Lubnanê ji bo Sûriyeyiyên li balafirgeha Beyrûtê dadikevin giştînameyek da
Balafirgeha Navneteweyî ya Refîq El Herîrî ya Lubnanê giştînameyek da û tê de hat diyarkirin ku qedexe ye hemwelatiyên Sûriyeyî bikevin xaka Lubnanê, ger ku destûra rûniştinê ya zêdetirî 6 mehan bi wan re nîn be.

Balafirgeha Navneteweyî ya Refîq El Herîrî ya Lubnanê giştînameyek der barê welatiyên Sûriyeyê yên dixwazin vegerin Sûriyeyê û li balafirgeha Beyrûtê dadikevin de, da û diyar kir ku ger ku li gel hemwelatiyên Sûriyeyî destûra rûniştinê ya zêdetirî 6 mehan nîn be, nabe bi balafirgeha Beyrûtê dakevin.
Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê girêdayî mijarê diyar kir ku wê kesên vê giştînamyê bin pê bikin bi heman balafira hatine werin vegerandin.
Di giştînameyê de bang li hemû şîrketên hewayî hat kirin ku li gorî vê giştînameyê tev bigerin û divê destûra zêdetirî 6 mehan bi Sûriyeyiyan re hebe heta ku bikaribin bi rêya balafirgeha Refîq El Herîrî derbasî Sûriyeyê bibin û ger na, wê bi rêya heman balafirê werin vegerandin.
(aq/fr)