ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-05-2024
20 gulan 2024   02:00

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li benda hilbijaritnên şaredariyan in ku bibe derfeta pêxistina xebata rêveberî, rêxistinî û xizmetguzarî ya herêmê.

Platforma Ekolojiyê ya Kurdistanê bi pispor û kesên girîngiyê didin ekolojiyê li Kurdistan û seranserî cîhanê derbasî qonaxa lêkolînkirina armancan bû.

Riyad Selehedîn ku di nava koma bi navê “Pêşmergeyên Roj” de fermandarî dikir, bang li endamên vê komê kir ku bi listikên dewleta Tirk neyên xapandin û got: “Gelê Kurd kesên li aliyê dijmin disekinin efû nake, dê hesab bixwaze.”

Kovara Afaq El Meraa karî di salekeê de pênûsên jinên têkoşer, pêşeng, wêjevan û siyasetmedar bike ye û fikrên wan veguherandin yekitî û enerjiyekê. Da ku civakê ber bi azadiyê ve bin. Her wiha felsefeya ˊJin, Jiyan, Azadîˊ li cîhanê belav kir.

Çavkaniyên leşkerî aşkera kirin ku saziyên hikumeta Şamê û hin aliyên din ên girêdayî hêzên herêmî, hewl didin  ji bermahiyên DAIŞ`ê û çeteyên din komên cedar ava bikin. Li gorî heman çavkaniyan, dê wisa xuya bike ku ev kom di bin navên êlên Ereb de kar bikin.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li hola Cizîrê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê kongreya xwe ya 2ˊyemîn li ser asta Sûriyeyê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiyên siyasî yên Minbicê der barê biryarên li dijî siyasetmedarên Kurd li Bakurê Kurdistanê li yarîgeha Minbicê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdanên ji partiyên siyasî yên li Qamişloyê re dewam dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ku Kongra Star li Parka 4ˊê Nîsanê ya bajarokê Ehdasê ya Şehba li dar xistiye, di roja 3ˊyan a dawî de dewam dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo fîlma ˊBerfînˊ tê pêşkêşkirin, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)