ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-01-2026
20 ÇILE, 2026   02:00

Jinên li bajarê Kobanê, diyar kirin ku ew ê heta dawiyê piştgiriya berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin û bang li cîhanê kirin ku dijî komkujiyan bêdeng nemînin.

Jinên ji Efrîn û Şehbayê koçber bûne û li kantona Reqayê dijîn, daxwaza parastina sivîlan, bidawîanîna binpêkirin û komkujiyên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê kir.

Sekreterê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Mihemed Mûsa da zanîn îro ji her demê bêhtir, divê gelê Kurd li cem hev be, ji wan tê xwestin ku tişta hevbeş di nava xwe de biparêzin û got: " Tevgera kurdistanî; Bakur, Başûr û Rojhilat derfetên mezin in, em di nava vê derfetê de jî tensîqa xwe xurt bikin. Parastina me di yekitiya me de ye.”

Gelê bajarê Kobanê diyar kir ku ew li pişta hêzên QSD û YPJ`ê ne û ew ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û got “Ev ax, axa me ye û bi rihê berxwedana Kobanê em ê bi ser bikevin.”

Xelê Dêrikê cenazeyê şervanên QSDˊê şehîd Mordem Koka û Mazlûm li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrikê defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê der barê êrişên li ser dijî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşava navenda xwe daxuyaniyekê dide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Gelê bajarê Til Hemîsê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Fayiz Ehmed El Kemer li goristana şehîdan defin dike, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN