ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-2-2025
19 sibat, 2025   02:00

Rastiyên ji dehan salan ve li ser erdê rû didin, îsbat kir ku xeta leşkerî ya ku desthilatdarên Tirk pê girtiye nikare gelê Kurd biqedîne û dawî li doza wî ya rewa bîne. Ji bo pêkanîna aştiyê derfeteke zêrîn li pêşberî desthilata Tirk heye. Gelo dê sûdê ji vê derfetê wergire yan dê şaşiyên berê dubare bike û dawî li xwe bîne?

Kesên ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûne, destnîşan kir ku ew ê bi vîneke xurt berxwedana xwe bidomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Hecînê ji bo peydakirina ava vexwarinê, projeya danîna parzûnên avê ya ji bo stasyona avê ya bajêr da destpêkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Çandiniyê bi hevkariya Yekitiya Cotkaran, ji bo şopandina rewşa xwedîkirina sewalan li herêmê û diyarkirina pêdiviyên xwediyên pez, dest bi pêvajoya jimartina pezên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedaran diyar kir ku komîteya amadekar a Kongreya Diyalogê ku berî çend rojan ji aliyê desthilata Şamê ve hat ragihandin, nûnertiya gelê Sûriyeyê û pêkhateyên wê nake. BI WÊNE Û DÎMEN

Sekreterê Partiya Çep Mihemedê Mûsê, destnîşan kir ku derfetên avakirina helwesta yekpare ya di navmala Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê de, hene û xebatên wan ên di vê mijarê de didomin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnamevan Egîd Roj di peyama xwe ya rojên dawî li ser bendava Tişrînê de wesiyeta bilindkirina berxwedanê daye û cîh daye van rêzikan: “Bira û rêhevalê min Dijwar, tu li pira Qereqozaxê bi çeka xwe, ez jî li bendava Tişrînê bi pênûs û kamereya xwe, em ê bi hev re dengê berxwedanê heta bilindahiya çiyayan bilind bikin û bigihînin her derê.” BI WÊNE

Xelkê bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xalid El Omerî li goristana şehîdan a bajêr defin dike, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN