ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-12-2024
18 kanûn, 2024   02:00

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (P.D.K.S) Remzî Şêxmûs diyar kir ku yekitiya Kurdan daxwaza gel e û bang li tevahî alî û gelê Sûriyeyê kir ku dûrî destwerdanên derve diyalogan bikin.

Bi helwesta “Ji çekê heta bi kevir û daran be jî em ê xwe biparêzin” şêniyên ku li bajarê Qamişlo bi şev û roj parêzvaniyê dikin, bi rewşa awarte re li ser pêyan in.

Dayikên ku ji Şehbayê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker neçar mane koçî Kobanê bikin, diyar kirin ku xelkê bajar gelek alîkariya wan kiriye û malên xwe ji wan re vekirine.

Siyasetmedar Riyad Derar diyar kir ku qonaxa yekem a piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê hinek nîşanên erênî bi xwe re anîn. Her wiha got di dema niha de divê perspektîfeke nû ji bo pêvjoya derbasbûnê hebe ku beşdariya hemû aliyên sûriyeyî yên cuda mîsoger bibe û pêvajoya lihevhatina nîştimanî dest pê bike.

Xelkê bajarê Dêrik û gundewarên wî cenazeyên 3 şervanên QSDˋê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik defin dikin. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Olî ya bajarê Til Hemîsê ji bo nîqaşkirina rewşa heyî li Sûriyeyê li hola navenda çandê civînek ji oldaran re li dar xist. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Holê yê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştgiriya xwe ji QSDˋê re meşekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Civakî ya Ermenî û pêkhateya Ermenî li ser girîngiya yekitiya pêkhateyan di vê rewşa hestiyar de û gefên li dijî gelê wî li pêş navenda xwe ya Hesekê daxuyaniyekê dide. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN