ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-06-2024
18 hezîran, 2024   02:00

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Hevya Sor a Qeterê li Efrînê zêdetirî 40, li Bakûrê Suriyeyê jî 13 mêtîngeh ava kirine, li van malbatên biyanî hatine bicîhkirin û got: “Eger armanca wan destekdayîn be, çima demografiya herêmê diguherin?” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gorî lêkolînan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 15 hezar hektar erd bûye çolistan û 85 hezar hektar jî bi çolbûyînê re rû bi rû ye. Pisporan îşaret bi polîtkaya avê ya dewleta Tirk a li dijî herêmê jî kir û hişyarî da ku eger tedbîrên neyên girtin, dê karesateke ekolojîk çêbe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji 2019ˊan ve Lubnan di krîzeke aborî ya tund re derbas dibe. Lîreyê Lubnanê zêdetirî ji sedî 90 nirxê xwe ji dest daye. Pisporan diyar kir ku pêdiviya derbaskirina vê krîzê bi geşkirina karînên saziyan û sektora taybet û aktîfkirina çavdêriyê ji bo têkoşîna li dijî keysbaziyê heye.(BI WÊNE)