ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-03-2026
18 adar, 2026   02:00

Fadiya Mihemed a dayika şervanê QSD'ê yê dîlgirtî Ranî Ebdulqehar Mihemed diyar kir ku ji 17'ê Çileyê ve agahî ji kurê wê nayê wergirtin û diyar kir ku malbatên dîlgirtiyan li benda zarokên xwe ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Di ser dagirkirina bajarê Efrîn re 8 sal derbas bûn, di van salan de binpêkirinên berfireh û guhertinên demografîk hatin pêkanîn, bi hezaran koçber li benda derfeta vegera malên xwe ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku Serêkaniyê hîna ewle nebûye û hîna malên bi hezaran koçberan nehatine valakirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi nêzîkbûna Newrozê re li nava bazaran tevgera ji bo kirîna cil û bergên kurdî zêde bûye. Herî zêde cil û bergên gerîlayan tên kirîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Efrînê û xelkê bajarê Kobanê û gundewarê wê bi boneya salvegera 8ˊemîn a dagirkirina Efrînê xwepêşandanekê li dar dixe, xwepêşandan ji Qada Jina Azad ve dest pê dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Çelebiyê yê gundewarê Kobanê li gundê Reqas agirê Newrozê pêdixe, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiyên Newrozê de, Meclisa Bajarê Qamişloyê daxuyaniyekê li Qada Newrozê ya Hîmo dide, 12.00ˊan, xelkê bajarê Amûdê û gundewarê wê li Girê Moza agirê Newrozê pêdixin û li taxên Ezîziyê û Mişêrfê yên bajarê Hesekê agirê Newrozê pêdixin, 19.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Bajarê Til Temirê bi boneya salvegera 8ˊemîn a dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyekê dide, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN