Pasdarên Îranê kuştina fermandarê Hêzên Basîc ragihand

Pasdarên Îranê ragihand fermandarê Hêzên Basîc ên Îranê Xulam Rîda Suleymanî di êrişeke asîmanî de hatiye kuştin.

Pasdarên Îranê kuştina fermandarê Hêzên Basîc ragihand
17 adar, 2026   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Pasdarên Îranê vê êvarê ragihand ku di êrişeke asîmanî ya Îsraîlê de fermandarê Hêzên Basîc ê Îranê hatiye kuştin.

Pasdarên Îranê li ser malpera xwe ya Sepah Newsˊê diyar kir ku serokê rêxistina Basîc fermandar Xulam Rîda Suleymanî di êrişeke Amerîka-Îsraîlê de hatiye kuştin.

(fr)