ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17- 5 – 2025
17 gulan, 2025   02:00

Jinan diyar kir ku desthilata Tirk heya niha der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de tu gavên şênber neavêtine û got ji bo rêvebirina pêvajoya aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêdiviyek e. BI WÊNE Û DÎMEN

Şîrovekarê siyasî Hîwa Seîd Selîmî biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî wek "dîrokî û wêrek" nirxand û got "Êdî tevahî berpirsyarî li ser milê dewleta Tirk e ku divê gavên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd biavêje. Êdî daxwazên zêdetir ji PKK’ê nayên xwestin.”

Îsal krîzeke çandiniyê ya mezin li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû dide. Ew jî ji ber kêmbûna baranê, zêdebûna zuhabûnê û qutkirina ava çeman ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve. Di encamê de berhemên çandiniyê bi taybetî yên bejî şewitîn û bandoreke neyênî li ewlekariya xwarinê û aboriya herêmê hat kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî ya Rêber Apo, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya awarte ya 12’emîn anku kongreya dawîn pêk anî. 12’ê Gulanê jî biryarên kongreyê ji raya giştî re hatin aşkerakirin. Di kongreyê de biryara fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina rêbaza şerê çekdarî hate dayîn. Bi vî awayî xebatên ku 47 sal bû bi navê PKK’ê dihatin meşandin, hatin bidawîkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel Hesekê ji bo çargoşeya ku piştî rûxandina rejîma Baasê ket bin kontrola Rêveberiya Xweser, plansaziya xebatê amade kiriye. Li taxên din jî xebatên qîrkirina rêyan, sererastkirina xetên kanalîzasyonê û firehkirina qada hêşîn û parkan didomîne.

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk peneleke bi sernavê "Aştiya Sivîl û Rola wê Piştî Şer û Pevçûnan" li navenda  Meclisê ya li bajarê Hesekê li dar dixe.  (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekîtiya Demokrat û Meclisa Rûspiyan a bajarê Qamişlo civîneke berfireh ji bo şirovekirin û nirxandina rewşa siyasî ya niha li dar dixe. li hola Zana ya bajarê Qamişo. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li Kantona Cizîrê di bin diruşmeya "Serkeftina şervan û gel li bendava Tişrîn garantiya şerê gelê şoreşgerî ye" li Stadyûma Şehîdan a bajarê Qamişlo çalakiyekê li dar dixe. (16.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê merasîmeke bîranînê ji bo 154 şehîdan, li mezara Şehîd Rûstem Cûdî li dar dixe. (17.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan, şêniyên kantona Firatê li mezara şehîd Dicla ya bajarê Kobanê, şehîdên meha Gulanê bi bîr tîne. (19.00) BI WÊNE Û DÎMEN