ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-03-2026
16 adar, 2026   02:00

Krîza qutbûna elektrîkê li herêma Cizîrê berdewm dike, ev yek êşa şêniyan û saziyên sivîl zêde dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Cil û bergên kurdî yek ji sembolên çandî yên herî berbiçav e ku nasnameya civaka Kurd nîşan dide. Bi nêzîkbûna Newrozê re, ev cil û berg di meydan û şahiyên giştî de dîsa girîngiya xwe digire, ji ber ku gelek kes wê dipejirînin da ku şahî û serbilindiya xwe bi nasname û çanda Kurdî nîşan bidin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Helebceyê gelek gorên ku li ser wan “Gorek ji bo 5 kesan” an jî “Malbatek li vir radize” hatiye nivîsîn hene, îro li Rojava bi heman komployên navneteweyî hewl dan Helebecyek nû çêbikin. Li Rojava 4 hezar kesên winda yên çarenûsa wan ne diyar hene. Hêzên ku berê Seddam Huseyîn da Kurdan, îro dîsa heman hêzan hewl dan bi destê gelê Ereb li Rojava Helebveyek nû çêbikin.

Şêniyên ji bajarê Şilaxayê diyar kir ku li dijî gotinên nefretê û hewldanên derxistina nakokiyan, yekitiya neteweyî pêwîstiyeke. BI WÊNE Û DÎMEN

Rabîa Mihemed jî yek ji wan jinên koçber e ku bîranînên Efrînê dijî û bêriya pelên zeytûnê û axa xwe gundên xwe kiriye. Rebîa li benda vegera li Efrînê ye ku careke din bi cîran û xizmên xwe re li hev bicivin û biçin nava zêviyên xwe yên zeytûnan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi deqeyek bêdeng û dayîna daxuyaniyan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan li gelek bajaran ve şehîdên Komkujiya Helebce di salvegera 38ˊemîn de tên bibîranîn, 11.00ˊan. BI WÊEN Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên pîrozkirina Cejna Newrozê de, xelkê bajarê Hesekê li Çerxerêya Cûdî, 19.00ˊan û xelkê Tirbespiyê li pêş Mala Êzidî, 20.00ˊan, agirê Newrozê pêdixin. BI WÊNE Û DÎMEN