WHOˊyê 2 milyon dolar ji bo rewşên awarte li Lubnan, Iraq û Sûriyeyê re veqetand

WHOˊyê 2 milyon dolar ji bo piştgiriya bersiva tenduristiyê li Lubnan, Iraq û Sûriyeyê veqetandiye. Ev pere dê ji bo birêvebirina birîndarên komî, peydakirin û belavkirina derman û pêdiviyên bingehîn werin bikaranîn.

WHOˊyê 2 milyon dolar ji bo rewşên awarte li Lubnan, Iraq û Sûriyeyê re veqetand
15 adar, 2026   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku digel krîza berdewam a li Rojhilata Navîn ji sendoqa awarte 2 milyon dolar ji bo piştgiriya bersiva tenduristiyê li Lubnan, Iraq û Sûriyeyê hatiye veqetandin.

Rêxistinê milyonek dolar bi taybetî ji bo Lubnanê veqetand da ku bi rêya Navenda Operasyonên Awarte ya Tenduristiya Giştî hevrêziya awarte baştir bike, lênêrîna birîndaran berfireh bike, çavdêriya nexweşiyan xurt bike, derman û pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn peyda bike û belav bike.

WHOˊyê destnîşan kir ku aloziya hefteya borî bûye sedema penaberiyek berfireh û texmîn kir ku zêdetirî 100 hezar kes li Îranê penaber bûne û heta 700 hezar kes li Lubnanê li hundir koçber bûne.

WHOˊyê da zanîn ku ji bo piştgiriya tensîqkirina rewşên awarte, birêvebirina birîndarên komî, dabînkirin û belavkirina derman û pêdiviyên bingehîn, peydakirina xizmetên tenduristiyê ji bo koçberan û xurtkirina çavdêriya nexweşiyan û hişyariya civakê ji Iraq û Sûriyeyê re 500 hezar dolar veqetandiye.

Girêdayî mijarê, Rêveberiya Herêma Rojhilata Navîn a WHOˊyê Dr. Hanan Balkhi got, "Di demekê de ku xizmetên tenduristiyê ji xwe bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne, ev piştgirî ji bo alîkariya xebatkarên tenduristiyê yên xeta pêşîn û domandina xizmetên lênêrîna taybetî pir girîng e."

(fr)