ROJEVA navenda nûçeyan a 15-8-2025

ROJEVA navenda nûçeyan a 15-8-2025
15 tebax, 2025   02:00

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Fîras Qesas diyar kir ku rewşa Sûriyeyê zû derbasî xeta tundî û yekdestdariyê bû, ev yekitiya welat û siberoja gelê wê dixe xetereyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Sîpan Hemo û Newroz Ehmed diyar kir ku “fermandar Nûredîn Sofî yek ji wan fermandaran e ku di dîroka gelan de dubare nabin” û got wî sînorên cih û demê derbas kirin û bandoreke ku nayê jibîrkirin li pey xwe hişt. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên li bajarê Girkê Legê xwest hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo mîsogeriya aştiyê û azadiya gelan pêdiviyek e. BI WÊNE Û DÎMEN

Aloziya avê ya li Hesekê ji 5 salan ve dewam dike, hîna jî dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elok a ji Serêkaniyê tê Hesekê, qut kiriye. Ji lew re hîn jî zêdetirî milyonek û nîv welatiyên Hesekê û Til Temirê bê av dimînin û dijwariya germa havînê di vê rewşa bêaviyê de diborînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Serokê Meclisa Al Elbeyt a kantona Tebqayê Ednan Elêwî bang li tevahî gelê Sûriyeyê kir ku hevgirtina xwişk û biratiyê bi pêş bixin û ji bo dawîkirina hewldanên tevlihevî û kîndariyê yekdest bin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şahiyên 15`ê Tebaxê l herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dikevin. PYD`ê, Kongra Star, li parka Azadî ya Qamişloyê, li bajarê Amûrê li hola Kerem saet 19:00`an, li bajarê Dêrikê li parka Dîcle, li bajarê Girkê Legê li qada Şehîd Xebat, li kantona Firatê şahî li qada şehîd Egîd a Kobanê saet 19:00`an, li Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê saet 18:00`an ji bo 15`ê Tebaxê şahiyan li dar dixin. BI WÊNE Û DÎMEN