Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Pêngava 15'ê pîroz kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Girkê Legê, Dirbêsiyê û Hesekê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir.

14 tebax, 2025   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Dirbêsiyê meşê bi beşdariya bi dehan ciwan, endamên saziyên sivîl û yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji çerxerêya Gardînya dest pê kir.

Di meşê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyanî ji aliyê Mîrav Îso ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê û parastina destkeftiyan hat dubarekirin.

Li kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de hevserokê Meclisa Kampê Ebdurezaq Mihemed li ser rola pêşengê Pêngava 15'ê Tebaxê şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) di rûniştandina azadiya gelê Kurd de axivî.

Li bajarê Kobanê merasîm li pakrewangeha şehîd Dîcle li dar ket. Di merasîmê de şêniyên kantona Firatê û malbatên şehîdan amade bûn.

Di merasîmê de hevserokê Akademiya Malbatên Şehîdan a Emgîhan Cûdî, Silêman Silêman got: "Ev roj ji bo me rojbûneke nû ye."

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

Li bajarê Girkê Legê jî, Yekitiya Rewşenbîran panelek li ofîsa PYD`ê li dar xist. Rewşenbîr, nivîskar û endamên saziyan tev li bûn.

Di panelê de Ednan Berko axivî û got 15`ê Tebaxê, di dîroka parastinê û berxwedanê ya gelê Kurd de, kêliyeke dîrokî ye û wê rûmet ji gel re vegerand.

Hevseroka Meclisa Bajêr Nisrîn Zahir jî got giyanê 15`ê Tebaxê şoreşa 19`ê Tîrmehê gihand vê pêvajoyê û pêkhatyên herêmê di bin ala azadiyê û wekehviyê de kom kir.

Haziran, pêngav û bandorên wê nîqaş kir û soza berdewamkirina rêya têkoşîna bi giyanê 15`ê Tebaxê dan.

(mh/şx)

ANHA

GIRKÊ LEGÊ

DIRBÊSIYÊ

HESEKÊ