ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-12-2024
15 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Amûdê diyar kir ku heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê li qadan bin û got “Eger em Rêberê xwe azad nebînin hingî em ne azad in.”

Şêniyên bajarê Tirbespiyê xuya kir ku bi hevgirtin û yekitiya pêkhateyan destkeftiyên mezin bi dest xistine. Şêniyan piştevaniya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk anî ziman.

Çeteyên dewleta Tirk li dijî gelê kantona Efrînê û Şehbayê tawanên hovane pêk anîn. Şêniyên kantonê di dema koçberiyê de rastî sûcên mîna serjêkirin, kuştin, îşkencekirin, revandin û talankirina mal û milkan hatin.

Metranê Cizîr û Firatê Marmorîs Emsîh di peyamekê de bal kişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyên herêmê ji bo derbaskirina zehmetiyan û parastina aramiya herêmê û got li hember derxistina fitneyê divê xelkê herêmê hevgirtî bin.

Di hefteyekê de Heyet Tehrîr El Şam tevahî bajarên Sûriyeyê kontrol kirin û Beşar Esed ket, bi wê jî rewşa Sûriyeyê tevlihev kir û gelek valahî hiştin.

Xelkê bajarê Girkê Legê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û piştgiriya QSDˋê meşekê li dar dixe. (11:00) Her wiha xelkê bajarê Tirbesiyê meşekê bi heman boneyê li dar dixe. (12:00) Bi heman wesîleyê xelkê bajarê Til Hemîsê jî meşekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo li bin konê li pêş Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê hatiye vedan sersaxiyê dide malbatên 5 şehîdan. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li bajarê Kobanê daxuyaniyekê dide. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Firatê karwaneke din a şehîdên berxwedana Qereqozaq û bendava Tişrînê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê oxir dike. (14:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Reqayê cenazeyên şervanê QSDˋê, şervanê Hêzên Xweparastinê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana Şehîdan a bajarokê Hikumiyê defin dike. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN