Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê serdana şervanên xwe yên li gundewarê rojhilat kir

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê serdana navend û baregehên leşkerî yên li gundewarê rojhilat ê kantona Dêrazorê kir û amadekariya hêzan, pêdiviyên wan û planên hêzan şopandin.

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê serdana şervanên xwe yên li gundewarê rojhilat kir
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê serdana şervanên xwe yên li gundewarê rojhilat kir
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê serdana şervanên xwe yên li gundewarê rojhilat kir
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê serdana şervanên xwe yên li gundewarê rojhilat kir
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê serdana şervanên xwe yên li gundewarê rojhilat kir
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê serdana şervanên xwe yên li gundewarê rojhilat kir
14 kanûn, 2024   22:44
DÊRAZOR

Hin fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê serdana gelek navend û baregehên leşkerî yên meclisê yên li gundewarê rojhilat ê kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Her wiha serdanê de planên stratejîk ên li hember xeteriyên ewlehî yên li herêmê hatin nîqaşkirin.

Fermandar bi şervan û fermandarên meydanî re civiyan û amadekariya şervanan li hember astengiyan nexasim xeteriyên çeteyên DAIŞˋê li herêmê şopandin.

Di serdanê de nêrînên li ser rêbazên xurtkirina parastinê û rewşa şervanan hatin kirin.

Fermandarên meclisê diyar kir ku meclis li ser xurtkirina karîn û amadekariyên xwe li hember her gefeke muhtemel di serî de êrişên şaneyên çeteyên DAIŞˋê, dixebite. Fermandaran teqezî bi helwesta xwe ya pêkanîna ewlehî û îstîqrara li herêmê da.

(fr)

ANHA