ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-1-2025
15 ÇILE, 2025   02:00

Jinên ji Tirbespiyê diyar kir ku divê di avakirina Sûriyeya siberojê de mafên jinan hebin û werin parastin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan Arzû Temo got sûcên li dijî jinan wê bê hesabpirsîn nemînin û ew ê bi aliyên têkildar re dozên jinan bişopînin û hewl bidin cezayên herî giran li kujeran were birîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Xizmên kesên di serdema serweriya partiya Baasê de hatibûn girtin an windakirin, li aqûbeta zarokên xwe pirsî û xwest edalet pêk were. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Cizirê ku li bendava Tişrînê 4 rojan nobet girt, diyar kir ku berxwedana gel û şervanên QSD, YPG û YPJ'ê berxwedaneke dîrokî ye û bi wê berxwedanê dê êrişên dewleta Tirk têk bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Amûdê şervanê QSD`ê şehîd Biyar El Elî li goristana Şehîd Îsmaîl Hogir a li bajêr vedişêrin saet di 10:00`an de. Şêniyên bajarê Qamişloyê jî şehîd Ehmed Silêman li goristana Şehîd Delîl Saroxan vedişêrin, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Zanîngeha Kobanê komxebateke diyalogî bi sernavê "Vedenga berxwedanê di bêdengiyê de: Berxwedana Kobanê/Rojava" li dar dixe, (10: 00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn li nivîsgeha PYD`ê civînekê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Watan a Sûriyeyê bi dirûşma "Sûriye di nava rewşê û hêviyê de" bi kesayet û hêzên sûriyeyî re komxebateke şêwiriyê li seyrangeha Şeto Siyahî ya bajarê Hesekê li dar dixe, (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo şervana YPJ`ê şehîd Tolvîn Şahîn (Fatme Mehmûd Sedo), Bêrîtan Amanos (Sefa Mihemed Silêman), Bervîn Hesekê (Emenî Mihemed), şervanê QSD`ê Amed Hesekê (Silêman Izedîn Xelef) û şêniyê bi navê Ehmed Elî Hesen merasîma sersaxiyê Ii dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star salvgera 20`an a damezirandina kongreyê bi çalakiyekê li hola Zana ya Qamişloyê pîroz dike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî rewşa dawîn a li Sûriyeyê, nêrîna Rêveberiya Xweser ji kongreya nîştimanî li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê daxuyaniyekê dide, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

HPC-Jin li bajarokê Sêgir ê bajarê Dirbêsiyê daxuyaniyekê dide û piştgiriya berxwedana YPJ û QSD`ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker radigihîne, (14:00). BI WÊNE Û DÎMEN