ˋRojava li ber xwe dide, bi ser dikeve, em alîkariyê bikinˊ

Bi boneya piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re bi pêşengtiya KNK’ê li Helebce komxebateke şêwiriyê pêk hat. Di şêwirê de qala girîngiya alîkariya Başûr ji bo Rojavayê Kurdistanê hate kirin û daxwaz ji hikûmetê kir ku piştgirî bide Rojava.

ˋRojava li ber xwe dide, bi ser dikeve, em alîkariyê bikinˊ
14 ÇILE, 2025   22:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi mebesta avakirina hevkarî, helwesteke hevpar ji bo piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê di saetên piştî nîvro de li avahiya Rawey a li Helebce şêwireke netewî di navbera sazî, kesayet û rêxistinên bajar dîsa bi hevkariya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) de hate kirin.

Di nîqaşên hatin kirin de bal ser derfetên li Rojavayê Kurdistanê derketî hat kişandin û hate gotin ku divê peywendî li gel welatên rojavayî bê kirin û ev hate gotin: “Ji ber ku di vê demê de rola Kurd a li Rojhilata Navîn pir xurt e.”

Her wiha KNK’ê jî destnîşan kir ku wê li gel hemû partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kom bibe. Meclîsekê ava bike ku ruhê yekîtiya netewî nava civakê bide avakirin.

Di dewama nîqaş û guftugoyan de qala xurtkirina peywendiyên bi hêz hate kirin û ev hate gotin: “Rojava li ber xwe dide, bi ser dikeve. Mixabin li Başûrê Kurdistanê li gorî pêwîst alîkarî nayê kirin.”

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Şêrko Heme Emîn li ser heman mijarê ji Rojnewsê re axivî. Heme Emîn diyar kir ku divê hemû parçeyên Kurdistanê alîkarê hev bin û got: “Xelê Başûrê Kurdistanê ya bi hewara Rojava girînge. Dîsa meda û her çi saziyên fermi yên hikûmetê be piştgirîkirina Rojava girnge. Dîsa dive hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara jimareya 24 a Parlementoya Kurdistanê ya sala 2014’an pêk bîne. Pêkanîna vê mezintirîn piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê ye. Hemû hewldanên me wê ji bo nêzîkkirina hev be vê fersendê bixin berjewendiyên gelê xwe.”

Çalakvanê sivîl Şara Ebdulkerîm bal kişand ser komxebatên şêwirê yên wiha û got: “Şêwirên wiha xwedî girîngiyeke taybete ji bo pirsa Kurd. Yek ji nîqaşa me ya esasî alîkarîkirina Rojavayê Kurdistanê ye. Daxwaza me ewe Başûrê Kurdistanê ji hemû alî ve alîkarî bide Rojava.”