ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-01-2024
15 ÇILE, 2024   02:00

- Bi dehan kesên navdar ên ji gelek aliyên cîhanê beşdarî pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" bûn û diyar kirin ku divê demildest rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan û pirsgirêka Kurd di çarçoveyeke demokratîk de were çareserkirin. (BI WÊNE)

-19 sal li ser têkoşîna Kongra Star a ji bo rizgarkirina jinan derbas bû. Di 2023`yan de jî hewl da hevgirtina jinan xurttir bke û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endamên jin ên Rêveberiya kantona Dêrazorê sûcên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne şermezar kirin û gotin: "Em bi doz û projeya xwe bawer in û em ê tevî zehmetî û komployan bi ser bikevin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rojnamevana ji Lubnanê Karolîn Bezî rêxistinên hiqûqî û rojnamegerî rexne kir ku nekarîn rojnamevan ji binpêkirinên desthilatan biparêzin. (BI WÊNE).

Şêniyên Kantona Cizîrê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dimeşin. meşa li Qamişloyê dê saet di 12:00`an de ji Çerxerêya Sonî dest pê bike. Li navçeya Amûdê jî dê meş saet di 12:00`an de ji ber Aada Jina Azad dest pê bike.  Li navçeya Tirbespiyê meş dê saet di 12:00`an de ji ber avahiya Meclisa Gel dest pê bike. Li navçeya Çilaxa  jî meş ji ber Çerxerêya El Dela saet di 12:00`an de, li navçeya Girkê Legê ji ber Çerxerêya Şehîd Xebat saet di 11:00`an de û li navçeya Dirbêsipê saet di 11:00`an de ji ber Mizgefta Hecî Siltan dest pê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê naveneke tenduristiyê bi navê "Şahreman" li navçeya Fafînê vedike, saet di 10.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Tebqayê  pêşangeheke pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li bajarokê Menûsra vedike, saet di 12.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

5’emîn Festîvala Şanoyê ya Mîtan di roja xwe ya 5’an de li Hola Mîtan a li navçeya Fafînê ya Şehbayê dewam dike, saet di 14.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mala Êzidiyan a Helebê Şehîd Zerdeşt Şengalî li Goristana Şehîdên  Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi bîr tîne, saet di 17.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA