`Em bi projeya xwe bawer in û em ê komployan têk bibin`

Endamên jin ên Rêveberiya kantona Dêrazorê sûcên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne şermezar kirin û gotin: "Em bi doz û projeya xwe bawer in û em ê tevî zehmetî û komployan bi ser bikevin."

`Em bi projeya xwe bawer in û em ê komployan têk bibin`
15 ÇILE, 2024   05:39
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin ku di encamê de zirareke mezin gihîştiye navendên tenduristî û saziyên giştî yên herêmê.

Di çarçoveya berxwedana gelê herêmê de, hevseroka Desteya Aborî ya kantona Dêrazorê Îman Reûc ev êriş û bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan şermezar kirin.

Îman got: "Em ê têkoşîna xwe li hember hemû cûreyên êrişên qirkirin û dagirkeriyê bidomînin, em bi doz, proje, maf û erkên xwe bawer in û em ê tevî zehmetî û komployan jî bi ser bikevin."

Her wiha, endama rêveberiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û sûcên qirkirinê yên li dijî gelê herêmê rawestînin.

Koordînatora Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê Aliye Hemdî El Omer wiha axivî: "Em ê li hember şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a dagirker ê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin. Têkoşîna me li ser şopa şehîdan xwe û fikrê Rêber Abdullah Ocalan didome."

(mh)

ANHA