ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-12-2023
13 kanûn, 2023   02:00

Hiqûqnasên ji paytexta Sûriyeyê destnîşan kirin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan bingeha hemû dozen hiqûqî, mirovî û siyasî yên Rojhilata Navîn û cîhanê ye û ew nexşe rêyeke hevgirtî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên Herêma Firatê piştgiriya xwe ji şêniyên dorpêçkirî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê re nîşan dan û destnîşan kirin ku dorpêç hişmendiya dîktatorî ya hikumeta Şamê û siyaseta wê ya birçîkirinê piştrast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya girankirina dorpêça li ser şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, leşkerên hikumeta Şamê êdî di berîkên şêniyên taxan ên ku berê xwe didin taxên din ên Helebê de digerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama rêveberiya PYD'ê ya kantona Efrînê Velantîna Ebdo destnîşan kir ku dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê di encama lihevkirina di navbera Şam û Enqereyê de ye û armanc jê belavkirina koçberên Efrînê yên li deverên dorpêçkirî ye da ku mafê vegerê bê windakirin û demografiya deverên dagirkirî bi temamî bê guhartin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê hindek maye xebatên berfirehkirina nexweşxaneya Niştîmanî ya kevin û ya nû bi dawî bike, ku rêjeya temambûna projeyê gihîşt ji sedî 90. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gireva birçîbûnê ya li navçeya Girkê Legê bi dawî dibe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişloyê cenazeyê şervanê QSD`ê Çiya Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziya olî ya navçeya Amûdê di çarçoveya însiyatîfa Kongra Îslama Demokratîk li dijî madeyên hişbirê de bi dirûşma "zirarên hişbirê û bandorên wê yên civakî" panelekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Duyemîn kongreya Sandîqeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Xabûr a Hesekê li dar dikeve saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah  Ocalan dimeşin saet di 11:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser sibe civîneke çapemeniyê têkildarî erêkirina hevpeymana civakî dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA