ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 5 – 2025
13 gulan, 2025   02:00

Şêniyên Til Temirê diyar kirin ku derfet niha heye û divê Tirkiye vê derfetê ji bo aştiyê bi kar bîne. Şêniyan destnîşan kir ku Kurd êdî dikarin xwe biparêzin û bang li Enqereyê kir ku dawî li polîtîkayên xwe yên xapandinê bîne û bersivê bide Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêx û oldaran banga xurtkirina nirxên hevgirtina civakî û yekitiya nîştimanî di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê de kir. Oldaran diyar kir ku divê rê li ber xîtaba nefretê were girtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn got tevgera şaneyên DAIŞ`ê di mehên dawîn de zêde bûye. Her wiha da zanîn ku sedema wê jî valahiya ewlekariyê ya li piraniya bajarên Sûriyeyê, bi taybetî ya li çolistana El Badiye ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên şehîdan bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan di pêkanîna aştiyê û parastina mafên gelan de û got ew bi biryar in azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di demekê de cotkar ji ber hişkesaliyê rûbirûyî zehmetiyên mezin in, Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê ji bo wergirtina mewsima genim a 2025’an di nava amadekariyan de ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Dirbêsiyê bi boneya danezana encamên kongreya 12’emîn a PKK’ê daxuyaniyekê dide, (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN