Talebanî: Em bi biryar in ji bo serketina vê gava dîrokî bi erka xwe rabin

Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talebanî diyar kir ku îradeya ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye nîşandan gaveke dîrokî ye û got, ”Em bi biryar in ku ji bo serkeftina vê gava dîrokî, bi erka xwe rabin.”

Talebanî: Em bi biryar in ji bo serketina vê gava dîrokî bi erka xwe rabin
12 gulan, 2025   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser hesabê xwe yê fermî yê X derbarê biryarên Kongra PKK’ê de hatine girtin daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt cih girtin: “Biryara PKK’ê ya bersivdayîna banga Birêz Abdullah Ocalan, xwe fesîhkirin û çekdanînê di vê qonaxa hestiyar de gaveke dîrokî ye û em piştgiriyê dike.”

Bafil Talabanî destnîşan kir ku YNK weke berê dixwaze pêvajoya aştiyê serbikeve û wiha got: “Em alîkar û piştevanê hemû aliyanin ji bo serxistina hewldanên tên dayîn. Li gorî nêrîna min çekdanîn beşek ya pêvajoyê ye, lê divê ji bo serxistina beşên din jî gavên bên avêtin.

Gavên me yên stratejîk ên niştimanî li ser şopa Serok Mam Celal dimeşin ku weke yekemîn serok, barê serxistina pêvajoya aştiyê hilgirt. Îro jî em ê hewldanên serxistina vê gava dîrokî hildin ser milê xwe.”

Talebanî diyar kir ku tenê çareserkirina Pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê, dikare aramiya Rojhilata Navîn misoger bike.

Herî dawî Talebanî ev got: “Hêvîdarim ku pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiye bi ser bikeve, ji bo rûpelek nû ya siyasî û dîplomasî di navbera aliyan de vebe. Gav ji bo xebatên hevpar bên avêtin. Wê ev yek jî bandorê li tevahî Kurdistanê bike.”