ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-7-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-7-2024
11 tîrmeh, 2024   02:00

UNICEF’ê ava dida kampên li Şehbayê jî birî. Piştî vê yekê gelek zehmetî li herêmê derdikevin. Koçberên ji Efrînê yên li kampan û rêveberiya kampan jî diyar dikin ku bi hev re dê zehmetiyan derbas bikin û berxwedana wan ji bo vegera li Efrînê ye. 

Gelên li Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyeyê ji zihniyeta Osmanî ya li ser bingeha qirkirina gelan e û bang li hêzên navneteweyî û NYˊê bi taybet Konseya Ewlekariyê kir ku sûriyeyiyan ji sûcên dewleta Tirk rizgar bikin.

Tevî dorpêçê jî ji bo sererastkirina rêyên sereke endazyarên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiye rêbazên nû afirandin.

Rojnamevan û çalakvana ji Lubnanê Nahîle Selame diyar kir ku revandina Silêman Ehmed ji aliyê PDK`ê ve, li dijî mafên mirovan û azadiya rojnamevaniyê ye û got "Li ber çavê dewletên ku qanûn ji bo parastina azadiya rojnamevanan danîne, ev sûc tên kirin."

Meclisa Bajarokê Til Birakê ji bo bîranîna Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê li meclisê civînekê li dar dixe, saet 09:30ˊan. (BI WÊNR Û DÎMEN)

Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Şitilgeha Kulîlkan ku yek ji projeyên wê ya 2024ˊan e li kêlek Daristana Kobanê vedike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla û sekna li dijî artêşa Tirk a dagirker meşekê li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)