ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 3 – 2025
11 adar, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Til Temirê girêdana xwe bi Rêber Abdullah Ocalan ve nîşan da û destnîşan kir ku banga wî ya dawîn banga pêkanîna aştî û demokrasiyê li herêmê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Beriya 11 salan çeteyên DAIŞ û Cebhet El Nusra komkujiyek di avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê de pêk anîbû. Di encamê de 11 xebatkarên şaredariyê şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser şopa DAIŞ û El Nusrayê êrişên xwe li ser binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin û bê navber li Bendava Tişrînê didin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dê xebatên xwe yên ji bo siberojeke baştir ji herêmê re bidomîne û bal kişand ser girîngiya giştîkirina ezmûna wê li tevahiya Sûriyeyê û wek çareseriya pirsgirêkên heyî destnîşan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Mihemed Şefîk nîşana têkoşîna bêwestan û fedakariyê bû. Wî mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku wê di bîra gelê xwe de bimîne. Ew di wê baweriyê de bû ku azadî hêjayî her tiştî ye, heta şehadetê jî. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakvanên ji Siwêdayê banga parastina sivîlên li perava Sûriyeyê û hesabpirsînê ji sûcdaran kir. Çalakvanan ji bo avakirina dewleteke demokratîk jî banga diyaloga nîştimanî ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê tev lê bibin, kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê sûcên li perava Sûriyeyê de li navenda giştî ya PYD’ê ya Qamişloyê daxuyaniyekê dide, (09:30).

Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi sernavê "Sûriya niha û siberojê" li hola Mişwar a Reqayê atolyeyek li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Taîfeya Elewî ya li bajarê Dêrikê ji bo şermezarkirina komkujiya li peravaê Sûriyeyê li navenda Ciwanên Şoreşger daxuyaniyekê dide, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê sersaxiyê ji malbata şervanê Hêzên Komandos şehîd Beşar Ebdulxaliq Dehêm re li gundê Rihaniyê dixweze, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê ji bo şermezarkirina komkujiyên li dijî taîfeya Elewî ya li perava Sûriyeyê ji çerxerêya Sonî ve meşekê li dar dixe, her wiha li bajarê Hesekê jî ji çerxerêya Hemamê meşek dest pê dike, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Holê yê kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina peyama Rêber Abdullah Ocalan li hola civînan a avahiya PYD’ê civînekê li dar dixe, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN