Di gulebarana bêserûber de welatî birîndar bûn

Piştî ragihandina îmzekirina peymana di navbera Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de, welatiyan ji kêfxweşiyê re gule avêtin, di encamê de hin welatî birîndar bûn.

Di gulebarana bêserûber de welatî birîndar bûn
11 adar, 2025   00:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me da zanîn ku li kantonên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Cizîrê, ji ber şahî û kêfxweşiya li ser îmzekirina peymana di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de, gule hatin avêtin, di encamê de gelek welatî birîndar bûn.

Li nexweşxaneya Reqayê 13 welatî û li nexweşxaneya Tebqayê 7 welatiyên birîndar hatin belgekirin. Li kantonên Dêrazor û Cizîrê û bajarê Hesekê jî birîndar çêbûn.

Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê sibeha îro bi daxuyaniyekê bang li welatiyan kir ku şahiyan bi gulebarandinê pêşwazî nekin û bi awayekî aştiyane pîroz bikin.

(mh)