ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-05-2026
11 gulan, 2026   02:00

Endama Komîsyona Demokrasî, XwIşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî Meral Daniş Beştaş got li gel ku aliyekî (Rêber Abdullah Ocalan û PKK) vînek xurt daniye holê jî, ji aliyê dewletê ve reşnivîseke ku mîsogeriyê bide tune ye, tekane astengiya li pêşiya pêvajoyê desthilata Tirkiyeyê ye.

Endama Koordînasyona Meclisa Îstar Leyla Arzu Îlhan anî ziman ku hebûna YPJ’ê di nava artêşa Sûriyeyê de dê bibe temînata parastina hebûn û vîna jinan û civakê û got "Sûriyeyeke ku hêza YPJ'ê di nav de nebe dê nekare xwe ji hişmendiya DAIŞ’ê rizgar bike û wê ji bo tu kesî jî ne ewle be.” BI WÊNE Û DÎMEN

Kalê bi navê Ehmed Xidir El Elo û hevjîna wî piştî salan ji koçberiyê vegeriyan gundê Til El Werid ê Zirganê, lê dîtin ku mala wan û malên zarokên wan bûne kavil. Tevî nebûna xizmetguzariyê û hebûna mayînan jî, ew bi hêviya ji nû ve avakirina gundê xwe yê wêrankirî ve girêdayî ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Dîlma Osman xeyalên xwe veguherandin rastiya jiyanê û bi ezmûna xwe kire mînakeke berçav a hêza jinan. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskarekî û kesayetekî civakî diyar kri ku ligel guhertinên bilez li herêmê û nehêniya li derdora aqûbeta Kurdan, ji bo qonaxa bê, pêwîstî bi lidarxistina kongreyeek neteweyî ya Kurdistanî heye. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Kobanê nerazîbûn nîşanî hewldanên hikumeta demkî yên rakirina nivîsên kurdî û erebîkirina navan da û gotin, Sûriye ya hemû pêkhateyan e, divê mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî mafên Kurdan werin parastin. BI WÊNE Û DÎMEN

Endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer diyar kir ku çalakiyên kampanyaya piştgiriya ji bo YPJ’ê bidomin û dê 30’ê Gulanê de li Ewropa û Rojava bi hemwextî meşên mezin bên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Rewşenbîran û Meclisa Jinan a TEV-DEMˊê bi piştgiriya lehengiyên YPJˊê li Parka Xwendinê ya Hesekê şevbuhêrkek hunerî li dar dixe, 14.00ˊan, her wiha Kongra Star bi heman boneyê li bajarê Dirbêsiyê meşek ji Qada Jin ve li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Hîlala Zêrîn û Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê li hola navendê hunermend şehîd Mizgîn bi bîr tîne, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên Meclisa Wêje ya Rojava yên bi boneya Roja Zimanê Kurdî de şevbuhêrkekê li Pirtûkxaneya Şilêr a Tirbespiyê li dar dixe, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya nêzbûna Roja Zimanê Kurdî KNKˊê bi hevkariya SZKˊê semînerekê li ser girîngiya zimanê dayikê li hola Burc a Qamişloyê organîze dike, 17.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Çand û Hunerê bi hevkariya Hîlala Zêrîn re hunermend Mizgîn (Gurbet Aydin) di salvegera şehadeta wê ya 34ˊan de li Parka Azadî ya Qamişloyê bi bîr tîne, 18.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi armanca piştgiriya malbatan û şermezarkirina nêzîkatiyên hikumeta demkî li hember zimanê Kurdî xelkê Amûdê li Çerxerêya Jin çalakiyekê li dar dixe, 20.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN