Endezyareke çandiniyê xeyalên xwe veguherandin debara jiyanê

Dîlma Osman xeyalên xwe veguherandin rastiya jiyanê û bi ezmûna xwe kire mînakeke berçav a hêza jinan.

11 gulan, 2026   05:05
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Dîlma Osman, jineke 26 salî ye, di Fakulteya Endezyariya Çandiniyê kargeheke çêkirina çîkolatayê li mala xwe ava ye û veguherand çavkaniyeke aborî û debarê.

Dîlma got ku wê her dixwest bixebite, lê hebûna 2 zarokên piçûk ev yek dijwar kir. Ji ber vê yekê wê rêyek cûda hilbijart, biryar da ku kargeheke çêkirina çîkolatayê li malê veke. Vê yekê hişt ku ew hem bixebite û hem jî nêzîkî zarokên xwe bimîne.

Ev proje cara yekem berî salekê keta bira Dîlma, wê demê wê dît ku jinên li malan karên dest ên wekî morîk, şêranî û xwarin dixebitin. Lêbelê, wê kesek nedît ku pisporê çêkirina çîkolatan. Hingê wê biryar da ku bi xwe li ser projeyê lêkolîn bike, çawa wan çêbike, çi materyal hewce ne, û gelo bazarek ji bo wan heye yan na?.

Dîlma projeya xwe pêşkêşî malbata xwe kir, ku pir piştgirî dan wê. Lêbelê, zehmetiya yekem zû derket holê, wê nekaribû materyalên pêwîst li bazarên herêmî peyda bike, ne qalib û ne jî celebên çîkolata yên guncaw. Digel vê yekê, wê bi tiştên ku hebûn dest pê kir û tiştên ku hewce dikir ji derveyî welêt peyda kir, û berhemên xwe yên yekem çêkir.

Piştî ku wêneyên karê xwe li ser platformên medyaya dîjîtal weşandin, berhemên Dîlma bi daxwazek berfireh hatin pêşwazîkirin, gelek jinên ciwan ji bo bidestxistina çîkolatayê pê re têkilî danîn. Ji ber zêdebûna daxwazan wê ku hêdî hêdî berfireh karê xwe berferh kir.

Li gel van zehmetiyan, Dîlma diyar dike ku wê bi biryardarî karê xwe pêş xist û guh da afrêneriyê.

Dîlma diyar kir ku ev kar, her çend li herêmê nû be jî, ne tenê ji hêla jinên ciwan ve, lê di heman demê de ji hêla giroşgeên şîraniyan ve jî, pir baş hatiye pêşwazîkirin.

Dîlma her wiha diyar kir ku xelk ji bo gelek boneya berhemên wê dixwazin, wekî rojbûn, derçûna xwendekaran û diyariyên taybetî.

Dîlma di vê pêvajoya xebatê de ne bi tenê bû. Ew dibêje ku hevjînê wê ji bo wê piştgiriyek mezin bû, hem ji hêla darayî û hem jî ji hêla moralê ve, û ew ji wê fêrî çêkirina çîkolatayê bû da ku carê alîkariya wê bike.

Dîlma Osman di dawiyê de bang li hemû jin û keçên ciwan kir ku: "Rê li ber xeyalên xwe negirin, û heya ku hûn bigihîjin armancên xwe berdesam bikin, ji ber ku em dikarin tiştê ku em dixwazin bikin, her çend em bibin dayik jî."

(k)

ANHA