ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-11-2023
10 mijdar 2023   02:00

Berdevka Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” Zubeyde Zumrut diyar kir ku hemleya li 74 navendan hatiye destpêkirin niha li zêdetirî 100 navendan belav bûye û ew hewl didin ku çeperên têkoşînê berfirehtir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Dêrazorê di çarçoveya pêkanîna biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê de, xebatên girîng li ser astên ewlehî, xizmetguzarî û tenduristî pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaizya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor li mazotê ya ji bo germkirinê jî kir. Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê diyar kir ku rêjeya belavkirina mazotê ji sedî 40 derbas nekiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Pisporê leşkerî Hîşam Cabir bal kişand ser beşdarkirina rêxistinên çekdar di şerê li başurê Lubnanê û got, Hizbullah bi beşdarkirina van koman di şerê li hemberî Îsraîlê de hewl dide xwe vedize û xwe ji şerekî vekirî ku aliyên navneteweyî beşdar bin, dûr bixe. (BI WÊNE).

Însiyatîfa Gel, di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, kon li nêzî Parka 4′ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê vedide, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi diruşma "Bi rihê çanda neteweya demokratîk em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin′′, Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk li navçeya Til Birakê ya kantona Hesekê dest pê dike, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li navçeya Til Temirê sersaxî ji malbata şehîd Omer Mihemed El Meter re tê xwestin, saet di 11:30′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Stêrvan di roja duyemîn de li partka Efrînê ya li taxa Eşrefiyê dewam dike, saet di 15:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê şahiya îmzekirina pirtûka helbestvan Ferîd Cezîzî li parka Xwendinê ya li bajarê Hesekê li dar dixe, saet di 16:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, meşekê li kampa Newroz li bajarê Dêrikê li dar dixin, saet di 17:30′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA