Di lêpirsîna doza Bulbun de: 2 Tirk hatin girtin û kujer reviyaye Bexdayê

Lêpirsîna şehîdxistina nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun didome. Parêzerê Bulbun got ku 2 Tirk hatine binçavkirin û kujer reviyaye Bexdayê.

Di lêpirsîna doza Bulbun de: 2 Tirk hatin girtin û kujer reviyaye Bexdayê
9 mijdar 2023   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 18’ê Îlonê de êrîşî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Hewlêrê hate kirin û di encamê de Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû.

Parêzerê doza şehîd Denîz Cevdet Aso Haşim ragihand ku 2 gumanbar ji ber qetilkirina Denîz Cevdet hatine binçavkirin, lê kujerê Denîz Cevdet reviyaye Bexdayê. Parêzer Aso Haşim ji Rojnewsê re got ku 3 kes destê wan di nava qetilkirina Denîz Cevdet de hebûn û ev agahî parve kir: “2 gumanbarên ku êrîş plan kirine hatin binçavkirin. Herdu gumanbar Tirk in. Yek jê 45 salî ye yên din jî 38 salî ye.”

Parêzer Haşim diyar kir ku lêkolînên hatin kirin derxist holê ku ev herdu kes li pişt qetilkirina Denîz Cevdet in û got: “ Gumanbar li xwe mikûr hatine, lê kujerê Denîz Cevdet hatiye kirêkirin û Ereb e. Kujer reviyaye Bexdayê û dezgeha emnî bi girtina kujer re mijûl in. Lêpirsîn bi şêweyek qanûnî bi rê ve diçe. Gumanbar dê li gorî qanûna terorê xala 2’an werin darizandin.”

Parêzer Aso Haşim wiha axaftina xwe berdewam kir: “Proseya dadgehkirina piştî temambûna lêkolînan berdewame. Ji ber ku gumanbarek duh hatiye binçavkirin, lêkolîn berdewam dike. Herdu kesên hatine binçavkirin plana kuştina Denîz amade kirine. Kesek Ereb di berdêla hinek pere de hatiye razîkirin ku êrîşê pêk bîne. Kujer reviyaye Bexdayê.”