Li Dêrazorê xebatên girîng 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Dêrazorê di çarçoveya pêkanîna biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê de, xebatên girîng li ser astên ewlehî, xizmetguzarî û tenduristî pêk anîn.

Li Dêrazorê xebatên girîng 
10 mijdar 2023   05:42
DÊRAZOR
XALID EL CUMA

22′yê Cotmehê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê û Aramiyê li Dêrazorê li dar xist. Nûnerên tevahî beşên Dêrazorê, rûspiyên wê û berpirsên Rêveberiya Xweser tev li kongreyê bûn.

Di kongreyê de gelek biryar hatin dayîn ku di divê herî zêde di 6 mehan de pêk werin. Ji biryarên hatine dayîn;  sazûmaniya meclisên herêmî, qanûnsaz, rêveberî, şaredarî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclia Leşkerî ya Dêrazorê ji nû ve bên sazkirin û xebatên xizmetguzarî werin zêdekirin.

Li gor berpirsên Meclisa Sivîl a Dêrazorê piştî çend rojan ji lidarxistina kongreyê, komîteyên têkildar ji bo gelek projeyên xizmetguzarî, aborî û ewlehî xebat dane destpêkirin.

Di vê rapora xwe de em ê balê bikişînin ser projeyên di çarçoveya biryarên kongreyê de hatine pêkanîn, bikin.

8`ê Cotmehê, Rêveberiya Xweser bi rêya Komîteya Rêxistinên Civaka Sivîl a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê, 60 ton şekir, 500 ton zeyt û hezar ton konserwa ji sûkên Dêrazorê re dabîn kirin. Ev xebat wê heta demeke nediyar berdewam bike. Rêveberiya bi vê gavê hewl dide pêdiviyan bi nirxên guncaw li sûkan peyda bike.

AŞ Û FIRINE

Bi armanca zêdekirina miqdara ard jî, Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Dêrazorê bi rêya Komîteya Aborî aşxaneya El Cemiye ya li herêma Meamîl xist xizmetê. Aşxane rojane 75 ton ard derdixe. Her wiha komîteyê 4 firine li deverên cuda yên Dêrazorê vekirin.

Firinên hatine vekirin ev in: Firina li herêma Seba Kîlo rojane 150 ton û 150 kîlograme, firina li devera El Teqwa ya li herêma El Hisan a rojavayê Dêrazorê rojane tonek û 650 kîlogram e ard hildibirînin. Ev firine nan ji xelkê herêma El Hisan û gundên Ceba, Cinîne û Şeqra re peyda dike. Firina El Dehlê ya li bejahiya ortê ya Dêrazorê jî rojane 6 ton ard û firina li Siwer a li bakurê Dêrazorê rojane 8 ton ard derdixin.

ZIFITKIRINA RÊYAN

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Gundewarê Rojhilatê Dêrazorê xebatên ziftkirina rêyan berdewam kirin.

 Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Gundewarê Rojhilatê Dêrazorê, rêya di navbera bajarokê Hecîn û Ebû Hemam de bi dirêjahiya 15 kîlometreyan, firehiya 5 metreyan û qalindbûna 8.5 sentîmetreyan zift kir. Her wiha komîteyê rêya bajarokê Baxozê bi dirêjahiya hezar û 200 metre, firehiya 4.5 metre û qalindbûna 8 sentîmetreyan, rêya kolana Miraşde ya bajarokê Sûsê jî bi dirêjahiya 2 hezar û 500 metre, firehiya 5 metreyan û qalindbûna 8 sentîmetreyan zift kirin.

Li bajarokê Sûsê jî, komîteyê ziftkirina rêya El Şiliş ber bi kolana giştî ya taxa Miraşde bi dirêjahiya 2 hezar û 200 metre, firehiya 5 metre û qalindbûna 8 sentîmetre bi dawî kir.

Komîteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan ji bo hêsankirina tevgera çûn û hatina kamyonan li rojavayê Dêrazorê, dest bi ziftkirina rêya navbera herêma Mihêmîd a rojavayê Dêrazorê û rêya Xirafî ya ku Dêrazorê bi Hesekê ve girê dide, kir. Li gor berprisên porjeyê, dirêjahiya rê 13 kîlometre, firehiya wê 7 metre ne. Di vê projeyê de, wê rê bi 2 tebeqyan were ziftkirin. Qalindbûna tebeqeya yekemîn 7 sentîmetre û ya duyamîn jî 5 sentîmetre ye. Çaverê ye ku xebatên ziftkirinê di vê mehê de bi dawî bibin.

QADA ÇANDINIYÊ

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Gundewarê Rojhilatê Dêrazorê 5 jeneratorên avê li kooperatîfên çandiyên yên li Heciye, Hedawî, Madan, Sama û El Cerzî belav kirin.

Li gorî komîteyê, hêza avdanê ya van jeneratoran mezin e. Eşkêla kişandinê 24 û ya têvedanê jî 18 înç e. Yanî hêza her jeneratorek bi qasî 5 jeneratorên avdanê yên normal in.

QADA TENDURISTIYÊ

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê amûrên tenduristiyê radestî Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê kirin.

QADA EWLEHIYÊ

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, noqteyên xwe yên li ser beravên çemê Firatê zêde kirin. Her wiha kerîdorên qaçaxçîtiyê ruxandin.

29`ê Cotmehê, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê êrişeke çeteyên hikumeta Şamê têk bir. Di encamê de 19 çeteyên êrişker hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê de, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi koordîneya Hêzên Ewlekariya Hundirîn 7`ê Mijdarê, gelek boriyên qaçaxçîtiya sotemeniyê ber bi herêmên hikumeta Şamê ve desteser kirin.

Operasyona dawîn ên li dijî qaçaxçîtiya sotemeniyê li herêma Cenîne, Hisan, Mihêmîde, Zixîr û Kuber û Hermûşiyê, Cedîd Begare, Cedîd Igêdat, Zîban, Ebû Hemam, Xiranîç û Baxozê bûn.

Qaçax ji herêmên navborî, boriyan heta herêmên hikumeta Şamê dirêj dikin, da ku sotemeniyê derbasî aliyê din bikin. Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, gelek qaçax girtin û radestî dozgeriyê kirin. Her wiha gelek ji wan boriyan jî hatin rûxandin.

Li gorî endamê rêveber ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, ji bo pêkanîna biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê û Aramiyê ya Dêrazorê, xebatên wan berdewam in. Çaverê ye ku di dema bê de, sazûmaniya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Meclisa Sivîl ji komînan heta meclisan û Meclisa Reveber û Meclisa Qanûnsaz werin nûkirin.

(şx)

ANHA