ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1- 09 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1- 09 – 2024
1 îlon, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Tirbespiyê diyar kir ku em ê li hember tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Jinan Efrînê got wan ev kar ji kevn de girtiye û her sal malbatên li herêmê li gorî pêdivî û derfetên xwe mûnetê amade dikin.

Li kantona Cizîrê 4 hezar û 300 xwendekar ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji xwendinê bê par in.

Êriş û siyasetên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, hewldanên normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê, her wiha geşedanên Misirê rojevên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê li gundê Til Qerah a bajarokê Ehrezê daxuyaniyek dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê li ser navê kantonê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parka Reşîd çalakiya konvedanê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê li herêmên Bakur û Rojhilatê rêzeçalakî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Firatê ji bo aşkerakirina bernameya Mîhrîcana 2ˊyemîn a Berçem ku dê 6ˊê Îlonê ji bo 4 rojan were lidarxistin, li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji pêş Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişlo meşekê li dar dixe, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqa bi diruşma ˊZarokê îro ronahiya pêşerojêˊ Festîvala Zarokan ji bo 5 rojan li dar dixe, roja destpêkê li Stadyûma Beledî ye, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Sirînê yê kantona Firatê cenazeyê şervanê QSDˊê şehdî Mehmûd Hecî Elawî li goristana şehîdan a Sirînê oxir dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dibistana Hunerî ya Havînê ya bajarê Dêrikê bi bidawîbûna dewreyên havînê û belavkirina bawernameyan li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê şahiyekê li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)