ˊ Hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê venakişinˊ

Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Amerîka yê taybet bi dosyaya Sûriyeyê li ser şertên welatî xwe ji bo normalîzekirina bi hikumeta Şamê re axivî û got hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê venakişin.

ˊ Hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê venakişinˊ
31 tebax, 2024   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkarê cîgirê wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Navîn û di Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de berpirsê dosyaya Sûriyeyê ye Ethan Goldrich got hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê venakişin û tu plan li gel rêveberiya serokê Amerîka Jeo Biden ên vekişînê tune ne.

Ethan Goldrich got, niha girîngiya me li ser armancekê ye ku careke din DAIŞˊê dernekeve. Em hîna bi rola xwe ya di beşekî Sûriyeyê de dilîzin, pabend in û bi hêzên herêmî re hevkar in, ji bo ku pêşî li xeteriya careke din venegere bigirin."

Der barê normalîzekirina bi hikumeta Şamê re Ethan Goldrich anî ziman ku heta pêşketina durist û mayînde di pêkanîna biryara 2254ˊan de neyên bidestxistin Amerîka tu normalîzekirinê bi hikumeta Şamê re pêk nayne.

(fr)