Li Parka Azadî çalakiyên Festîvala Mardutho
Çalakiya roja duyemîn û dawîn a Festîvala 4ˊemîn a Mardutho bi pêşkêşkirina hunerên 6 komên hunerî yên Suryanî dewam kir.
Duh, Festîvala 4ˊemîn a Mardutho li Hola Serdem a Hesekê dest pê kir û îro çalakiyên xwe yên roja duyemîn û ya dawîn li Parka Azadî ya Qamişlo dewam dike.
Bi sponseriya Komeleya Çandê ya Suryanî li Sûriyeyê û bi hevkariya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk festîvalê dest pê kir.
Di roja dawîn a festîvalê de bi dehan xelkê Suryan û xelkê herêmê, endamên Komeleya Çandê ya Suryanî, nûnerên ji Desteya Çandê, partiyên siyasî û eşîrên Ereb beşdar bûn.
Festîval bi pêşkêşkirina hunerê ji hêla koma Koral a Komeleya Çandê ya Suryanî dest pê kir, dûre komên Navenda Thomas Nehru û Yekitiya Jinan, Bermaya ya Floklor, Saziya Ilyas Hena ya Folklor, Yrthotha ya Folklorîk, Navenda Naûm Fayiq hunerên xwe pêşkêş kirin.
Di festîvalê de hunermendên ji Peymangeha Nûrî Iskender a Saziya Ilyas Hena stran pêşkêş kirin.
Dê festîval heta derengiya şevê dewam dike û komên beşdar werin xelatkirin.
(fr)