ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-08-2026
10 tebax, 2026   02:00

Malbata rojnameger Ahmet Polad ku 18’ê Çileyê (2026) li Reqayê ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Şamê ve hat girtin û tê payîn niha li girtîgeha Helebê ye û birîndare, ji bo çarenûsa kurê xwe bizanin, serlêdana Komîteya Girtî (Esîr) Û Windahiyan a Rojava kir.

Şêniyên bajarê Çilaxayê der bare hilweşîna rewşên jiyanî û xizmetguzarî de mixabînî û nerazîbûna xwe anîn ziman û bang li aliyên eleqedar kir ku bi erkên xwe rabin, li ser dîtina çareseriyên lez ên ji bo pirsgirêkên kehrebê, nan, paqijî û bilindbûna bihayan bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di 9 salan de Orkestra Rojava ji komeke muzîkê ya zarokan, veguherî projeyeke çandî ya ji bo gihandina nifşekî nû yê muzîkjeniyê. Orkestra di navbera fêrbûna akademîk û parastina mîrateya kurdî bi dehan zarokan li ser alavên cuda yên muzîkê perwerde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di 5 rojan de komîteya hevbeş a ji bo rêgirtina ber kolandina bîran bi awayeke ne fermî ya li bajarê Qamişlo, hejmarek alavên kolandina bîran desteser kir. Komîteyê diyar kir ku ew ê ji bo parastina çavkaniyên avê kampanya xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Koçberên Serêkaniyê têkildarî vegera koma yekemîn a koçberan li warê xwe, daxuyaniyekê li Kampa Waşûkanî ya bajarê Hesekê dide, saet 07.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Herêma Qamişloyê têkildarî pirsgirkên li herêmê civînekê li rojnamevanan û nûnerên saziyan re li dar dixe. Piştî civînê rêvebera herêmê Cîhan Hesam dê civîneke çapemeniyê li dar bixe, saet 12.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Çilaxayê bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî û kêmkirina bihayan xwepêşandanekê li qada Şehîd Mashûm li dar dixin, saet 16.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)