HRRKˊê têkildarî yekrêziya partiyên siyasî panelek li dar xist

HRRKˊê bi sernavê ‘Tevgera Siyasî ya Kurdî li Sûriyeyê û pêdiviyên diyalog û rêzgirtinê’ li navenda xwe ya li Qamişlo panelek li dar xist.

9 gulan, 2024   23:15
QAMISLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi sernavê ‘Tevgera Siyasî ya Kurdî li Sûryeyê û pêdiviyên diyalog û rêzgirtinê’ li navenda xwe ya li Qamişlo panelek li dar xist. Di panelê de endamên partiyên siyasî, rewşenbîr, mamoste û helbestvan beşdar bûn.

Endamê HRKKˊê nivîskar Welîd Colî panel bi rê ve bir. Her wiha Dr. Saededîn Mele, Dr. Silêman Îlyas û mamoste Mihemed Hisên di panelê de axivîn.

Welîd Colî bixêrhatina beşdar û mêvanan kir. Colî der barê yekrêzî û diyaloga di navbera partiyên siyasî yên Kurdî li Sûriyeyê de pirs kirin.

Li ser mijarê Dr. Saededîn Mele axivî û diyar kir ku siyaset çand e, ger çand ne bi kêrhatî be siyaset jî ne bi kêrhatî ye. Mele bal kişand ser pirsgirêka diyolog û yekrêziya tevgerên Kurdî û da zanîn ku nabe çaranûsa neteweya Kurd tenê bi destê partiyekê were diyarkirin.

Mele di axaftina xwe de got, pêwîst e civaka Kurd di yekrêziya partiyên siyasî yên Kurdî de xebatên zêde pêk bîne.

Dr. Silêman Îlyas di axaftina xwe de bal kişand ser êriş û siyasetên li dijî herêmê û diyar kir ku ruxmî têkoşîna bi salan a tevgerên Kurd, lê deskeftiyên siyasî û ewlehî di xeteriyê de ne.

Îlyas anî ziman ku li hember vê yekê divê partiyên siyasî hevgirtina xwe xurt bikin.

Piştî nirxandinên axêveran panel bi pirs, nîqaş û nirxandinan berdewam kir.

Di nirxandinên hevpar de bal hat kişandin ku di pêvajoyeke wisa grîng de ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd pêwîstî bi yekrêziya partiyên Kurdî heye.

(bm)

ANHA