ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-02-2024
10 sibat, 2024   02:00

Rêber Abdullah Ocalan rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê, hewldanên Gladioyê yên temamkirina şerê qirkirinê yê li Rojhilata Navîn û têkiliya vê yekê bi Komploya Navneteweyî re dinirxîne.

Çalakiyên piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê dewam dikin, her wiha di meha 4ˊan de hemwextî salvegera 25ˊan a komploya navnetweyî dewam asta piştgiriya pêngavê bilind bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, endamên malbatekê tev de nexweş in û nikarin heqê dermanan peyda bikin. Ji ber wê gelek caran birçî dimînin an jî neçar dibin sotemeniya xwe bifiroşin da ku heqê dermanan peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Dibistanan a Dêrikê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê civînekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Birîndarên Şer li Efrîn û Şehbayê der barê komploya navneteweyî de li Kampa Berxwedan daxuyaniyekê dide, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Dêrikê li ser komploya navneteweyî li Komîngeha Şehîd Ebdulehed Heydo-taxa Suryan a Dêrikê semînerekê dide, saet 16:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Dirbêsiyê der barê şîrovekirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye de civîneke girse li dar dixe, saet 10:00ˊan. Di heman çarçoveyê de li navçeyên Til Temir û Şedadê civîn tên lidarxistin, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşekê li dar dixe, meş ji taxa Nasire ya Hesekê dest pê dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Êzidî amadekariyên Cejna Xidir Îlyas an ku ‘Cejna Bêxwîn’ dikin. Êzidî diyar dikin ev cejn têkiliya xurt a baweriya wan û xwezayê nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)