ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09 - 10 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09 - 10 - 2024
9 cotmeh, 2024   02:00

Beşdarên xeleka xwendina pirtûka ’Çawa Bijîn’ diyar kir pirtûk bersiva gelek pirsan dide û rêya lêgerîna li heqîqet û azadiyê nîşan dide. Her wiha destnîşan kir ku azadiya li gorî pergalên serdest rêbazeke paşguhkirin û înkarkirina rola jinan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Serêkaniyê û Girê Spî ku ev 5 sal e di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ne, sûcên dermirovî têne kirin. Rêxistinên navneteweyî yên ku qaşo mirovî ne li hemberî van sûcan dengê xwe nakin, lê bi vê bêdengiya domdar dibin sedema sûcên zêdetir ên li dijî mirovan û xwezayê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nûçegihanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew bi saya rojnamevanên pêşeng Gurbetellî Ersoz, Nûjiyen Erhan û Dilîşan Îbîş gihaştinê vê rojê û got “Dagirker bi êrişên xwe tu carî nikarin dengê me têk bibin, em ê ji bo ragihandina rastiyê tê bikoşin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyan bertek nîşanî PDK’ê da û bang li gelê Kurd û partiyên kurdî kir ku li hemberî pêkanînên PDK’ê helwesteke xurt nîşan bidin û dawî li xiyaneta wê bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a bajarê Hecînê hewl dide bi rêya danîna tabloyên enerjiya tavê, avê ji şêniyan re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê û Meclisa Malbatên Şehîdan çalakiya konvedanê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe. Çalakî dê 2 rojan bidome û li pêşiya Burc a taxa 3'yê ya Tebqayê li dar dikeve, saet di 09:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya rêzeçalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Firatê paneleke diyalogê ji bo jinan li dibistana şehîd Hogir a bajarê Kobanê li dar dixe, saet di 10:00'an de. Li bajarê Qamişlo xwendekarên Zanîngeha Rojava daxuyaniyekê li pêşiya zanîngehê didin, saet di 10:00'an de. Li bajarê Helebê Yekitiya Parêzeran û Dîwana Edaleta Civakî daxuyaniyeke hevbeş li pêşiya Dîwana Edaleta Civakî ya taxa Şêxmeqsûd didin, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajarê Qamişlo meşeke girseyî ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar dikeve. Di meşê de şêniyên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê û Til Hemîs beşdar dibin, saet di 11:00'an de. Li bajarê Hesekê meşeke girseyî bi beşdariya şêniyên Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê û Til Birak ji taxa Mişêrfê ber bi taxa Nasra ve dest pê dike, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di salvegera 5'emîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de rêxistina PYD'ê ya Kobanê daxuyaniyekê li navenda xwe dide, saet di 10:00'an de. Li kampa koçberên Girê Spî ya bajarokê Til Semin meşek bi beşdariya şêniyên gundewarê Girê Spî û Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî dest pê dike, saet di 11:00'an de. Komîteya Koçberên Serêkaniyê meşekê li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a NY'ê ya Qamişlo li dar dixin, saet di 16:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ser qonaxa 2'yemîn a pêngava cîhanê ya banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan civîneke çapemeniyê li hola Meclisa Gelan a kantona Minbicê li dar dixe, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di roja 5'emîn a Festîvala Şehîd Arîn a Şanoyê de şanoya "Kurdistan" ji aliyê koma Kobanê û şanoya "Dadgeha Demîr" ji aliyê koma Hesekê ve li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê tên pêşkêşkirin, saet di 13:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê li parka 4'ê Nîsanê ya bajarê Hesekê hemleya atolyeyên "Xurtkirina siyasî ya ciwnanan" radigihîne, saet di 15:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)