Şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê hatin bibîranîn

Di salvegera şehadeta endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, hevrê û malbatên wan li Heleb û Şehbayê bi pêxistina mûman li ser gorên wan ew bi bîr anîn.

8 cotmeh, 2024   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 1'emîn a şehadeta endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê Rêzan Mustefa û Candar Oskêlo de, Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn mûm li ser gorên wan pêxistin.

Herdu şehîd di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê de di şev 8'ê Cotmehê de şehîd bûn.

Bi dehan hevrê û malbatên herdu şehîdan li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya herêma Şiqeyêf a Helebê kom bûn û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Di serî de endama Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê Ferîde Îsa diyar kir ku çavnebariya dewleta Tirk a dagirker di dagirkirina Rojavayê Kurdistanê de di dagirkirina Efrînê de xuya bû.

Her wiha rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Mihemed got: "Her çiqas dewleta Tirk hewl bide bi hemû rêbazan hebûna me tune bike, ew ê her bi bin bikeve."

Xwişka şehîd Rêzan Mustefa, Şêrîn Mustefa wiha axivî: "Em bi tiştên ku me ji bo welat daye ne poşman in. Şehadet ji bo me cihê serbilindiyê ye û em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Piştî xwendina peyaman beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Li kantona Efrîn û Şehbayê jî merasîma bibîranîna şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê li dar ket.

Di merasîmê de rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Efrîn û Şehbayê Hikmet Reşîd diyar kir ku bi saya fedakariya şehîdan ew gihîştine vê astê û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Hemze Remedan bi navê Nivîsgeha Têkoşîna Dijî Hişbirê ya kantonê bi daxuyaniyekê şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker, êrişên wê, hedefgirtina sivîlan, koçberkirina gelê Efrînê û binpêkirinên wê yên li dijî Efrîniyan, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ji sûcdarên şer û êrişkerên Akademiya Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê hesab bixwazin.

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(mh)

ANHA 

ŞEHBA

HELEB