ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-08-2026
9 tebax, 2026   02:00

Zarokên bi navên Mehmûd, Salim, Mihemed, Darîn û Arîn ku sala 2018’an di berekê de hatine dinê, bûne hevalên hev ên pêşxistina zimanê kurdî û dixwazin xwendina xwe bi zimanê kurdî bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di 9 salan de Orkestra Rojava ji komeke muzîkê ya zarokan, veguherî projeyeke çandî ya ji bo gihandina nifşekî nû yê muzîkjeniyê. Orkestra di navbera fêrbûna akademîk û parastina mîrateya kurdî bi dehan zarokan li ser alavên cuda yên muzîkê perwerde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li ser belavbûna motorsîklêtan li hundirê taxên Çilaxayê giliyên şêniyan zêde dibin. Şênî li ser ewlehiya zarokan metirsîdar in. Gerînendetiya Trafîkê jî diyar kir ku dîsîplînkirina vê diyardeyê bi hevkariya şênî, komîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve girêdayî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Sîham Silêman ku ji tayên kesk, sor û zer kefiyên mîna keziyan û bazinan dihûne, diyar dike ku ev huner nasnameya wê ye û bûye parçeyekî jiyana wê. (BI WÊNE Û DÎMEN).