ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-04-2026
9 nîsan, 2026   02:00

Malbatên şehîdan li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan hişyarî da û diyar kir ku azadiya wî ya fîzîkî ji bo gelên herêmê bûye pêdiviyeke mirovî û siyasî. BI WÊNE Û DÎMEN

Pisporên penaberî û koçberiyê diyar kir ku vegera koçber û penaberan bingeha aştî, aramî û avakirina Sûriyeyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Izdîhar Hisên ji meha Çileyê ve agahî ji keça xwe Eyşe Abdulwehab nagire û dixwaze bizane ka çi li keça wê hatiye.  BI WÊNE Û DÎMEN

Rêvebera Saziya Dad û Geşepêdana Domdar Hela Marokî anî ziman ku rola jinan li Sûriyeyê li gorî tê xwestin nîn e û got divê jin bikevin cihên ku biryar lê têne girtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Hesekê diyar kir ku ev bûye 4 sal kolanên taxên bajarê Hesekê wêran bûne, gelek caran ji şaredariyê re gotine û heyanî niha pirsgirêk çareser nebûye. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Dayika Uweyş, dayika Rêber Abdullah Ocalan bi bîr tîne, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê bi daxwaza azAdiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, ji Qada Azadiyê ve dest pê dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê cenazeyên 13 şehîdên QSDˊê û YPJˊê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin dike, 12.00ˊan.  BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê hejmarek ji şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Dicle oxir dike, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Tirbespiyê bi daxwaza berdana dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê çalakiyek li dar dikeve, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN