Hêzên leşkerî yên hikumeta demkî li sînorê Lubnanê ne

Hêzên leşkerî yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê gihîştin herêma Qisêr a parêzgeha Humsê. Lê sedema bicihbûna wan li wê herêmê nehat diyarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikumeta demkî li sînorê Lubnanê ne
8 nîsan, 2026   23:39
HUMS

Nûçegihanê me ji Humsê ragihand ku hêzên leşkerî yên mezin ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê gihîştine sînorê Sûriye-Lubnanê.

Nûçegihan anî ziman ku hêzên leşkerî yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku ji 40 wesayîtên leşkerî û bi dehan endaman pêk tên gihîştin herêma Qisêr a gundewarê başûrê rojavayê Humsê.

Ev hêz berê li herêmên Cebel El Zawiye û Cisir (pir) El Şixur bi cih bûbûn û îro çûn herêma Qisêr.

(fr)