ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-04-2026
8 nîsan, 2026   02:00

Nûredîn Şakir diyar kir ku dem hatiye ku Rêber Abdulllah Ocalan were azadkirin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku daye destpêkirin bi rê ve bibe, da ku bigihîje serî. BI WÊNE Û DÎMEN

Di êrişên 6-29’ê Çileya 2026 de bandoreke giran li ser Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a Onkolojî-Talasemiya-Şewatê çêbû. Gelek nexweş ji ber rewşa ewlehiyê tedawî nabin, ji ber nebûna bankeke xwînê û kêmbûna dermanan nexweşên tên nexweşxaneyê jî di mercên zehmet de tedawî dibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Weqfeya Dara diyar kir ku li Sûriyeyê nûnerên jin di saziyên dewletê de tune ne. Jin cihê xwe di siyasetê de nagirin, divê jinên Sûriyeyê xwe bi rêxistin bikin û daxwaza mafên xwe bikin.

Li Sûriyeyê zimanê nefretê gelekî tê bikaranîn û provokasyon têne kirin. Çavdêran bang kir ku pirrengiya Sûriyeyê were parastin.

Wezîra Karûbarên Civakî û Kar a hikumeta demkî Hind Qebewat serdana parêzgeha Hesekê dike, bi parêzgarê Hesekê, kesayetên civakî û rêxistinan re dicive, 08.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê û gundewarê wî, li gundê Kehlê yê herêma Koçerat, sersaxiyê dide malbata şehîd Solîn Rojhilat, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiyên siaysî yên bajarê Amûdê li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê xwepêşandanekê li dar dixin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Tirbespiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û yekrêziya Kurdî li pêş komeleya perwerdê ya bajêr meşekê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Temirê der barê rewşên siyasî de, li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr civînek taybet ji bo jinan organîze dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Qamişloyê xwepêşandanek bi daxwaza berdana dîlgirtiyan tê lidarxistin, xwepêşandan ji pêş Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê dest pê dike û ber bi avahiya Komîseriya NYˊyê ve diçe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN.