Li derdora baregeha Qesrikê ya Hesekê dronek hat xistin

Nûçegihanê me daxuyand ku hêzên Amerîkayê yên li baregeha Qesrikê ya Koalîsyona Navneteweyî ya li gundewarê Hesekê dronek li derdora baregehê xist.

Li derdora baregeha Qesrikê ya Hesekê dronek hat xistin
7 nîsan, 2026   23:50
HESEKÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji bajarê Hesekê dane, hêzên Amerîkayê yên li baregeha Qesrikê ya Kaolîsyona Navneteweyî ya bakurê Hesekê ne, li derdora baregehê dronek xist.

Nûçegihan anî ziman ku dengê alarmê ji baregehê hat bihîstin. Bi xistina dronê re tu zirar çênebûn.

(fr)