ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-03-2026
8 adar, 2026   02:00

Rêveberên PYD`ê anîn ziman ku nameya Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de gelekî girînge û dê pirsgirêkên xwe bi riyên siyasî çareser bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Sûriyeyê jinan bi salan e ji aliyê nîştimanî, civakî û siyasî ve tê dikoşin. Komele, însiyatîf, rêxistin ava kirin û heyanî niha ji bo hebûna xwe û gihaştina mafên xwe tê dikoşe.

Parêzer Şirûq Ebû Zêdan bang li jinên Sûriyeyê kir ku têkoşîna xwe ya ji bo edalet û wekheviyê bidomînin û deskeftiyên xwe biparêzin.

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Kongra Star çalakiyekê li dar dixe, çalakî bi beşdariya jinên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê, li staduma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin. 11.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star ji bo daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan, li Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li bajarê Dêrikê çalekiyekê li dar dixe. 11.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê daxwaza destûreke nû  kirin ku mafên jinan, tevahî pêkhate û olan misoger bike. BI WÊNE Û DÎMEN