Mehmûd Xelîl: Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl ragihand ku Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja Duşemê vegere herêma Efrînê.

Mehmûd Xelîl: Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere
7 adar, 2026   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl li hesaba xwe ya platform X`ê der barê pêvajoya vegera koçberên Efrînê daxuyanyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî serdana me ya bo Efrînê û hevdîtinên me bi şandeya serokkomariyê re, em radighînin ku pêvajoya vegera xelkên me yên koçber bo malên xwe dest pê kir. Hevdîtinên me yên rasterast bi şêniyên Efrînê re û guhdarîkirina daxwazên wan sedema sereke bû ji bo lezandina van gavan û derbaskirina astengiyan.

Em piştrast dikin ku koma yekem, ku ji 400 malbatan pêk tê, dê roja Duşemê, 9`ê Adara 2026`an, bi rê bikeve. Koçber dê saet 10.00 sibihê li çerxerêya Panorama li bajarê Hesekê kom bibin.

Ev gav dê bibe bingeha ewlehî û aramiya Sûriyeyê. Bi vê gavê em piştrast dikin ku serdema koçberiyê divê bi vegera bi rûmet û ewle ya xelkê herêmê bo malên xwe bi dawî bibe. Hewldanên me heya ku hemû koçber vegerin malên xwe dê berdewam bikin."

(k)