ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06 - 09 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06 - 09 – 2024
6 îlon, 2024   02:00

Şêniyên Dirbêsiyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya li hember wê tecrîdê şermezar kirin. Şêniyan ji bo bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

Ebdurehman Fatimê bal kişand ser girîngiya projeya neteweya demokratîk û got bi berbelavkirina vê projeyê dê feraseta pergalên kevneperest ên serdest hilweşe û rê li ber serdema şaristaniya demokratîk vebe.

Lêkolera têkiliyên navneteweyî destnîşan kir ku hêmana sereke ya ku dihêle şerê Îsraîl û Hemasê bibe şerekî "bêdawî" ew e ku rêxistin û saziyên navneteweyî nikarin biyarên xwe ji bo bidawîkirina şer de bidin ferzkirin û piştre derbasî pêvajoya dan û standina siyasî bin.

Şînaz Derwîş li hember şert û mercên koçberiyê li ber xwe da û ji bo peydakirina debara malbata xwe di dirûtinê de kar kir. Şînaz hevsengî di navbera kar û malbata xwe de çêkiriye.

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê Festîvala 2ʹyemîn a Şehîd Berçem dest pê dike, di roja yekemîn de meşek ji Qada Jina Azad ve ber bi cihê festîvalê tê destpêkirin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê bajarê Çilaxa li stadyûma gundê Girkê Xilo turnuvaya fotbolê bi navê turnuvaya Şehîd Zeyned li dar dixe, saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)