ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-04-2026
5 nîsan, 2026   02:00

Şêniyên Girkê Legê li hember girtina Rêber Abdullah Ocalan di zindanê de (27 sal) bi hêrs e û diyar dike ku divê ew êdî bi fîzîkî azad bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên bajarê Kobanê diyar kir ku divê YPJ di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigire, ji ber ku YPJ ji bo hemû jinan hêz, maf, nasname û azadî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Desteya Rêveber ê Partiya Yekitiya Suryan Gabrîel Şemon got divê nûnerên hemû pêkhateyan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de hebin û mafên hemû pêkhateyan werin misogerkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Dilbirîn Kobanê bal kişand ser têkoşîna 14 salan a YPJ'ê û got YPJ li ser mîrasa dîrokî ya jinên Kurd hatiye avakirin û YPJ artêşa tevahî jinan e. Her wiha anî ziman ku dê têkoşîna wan a li hember hemû cureyên êrişan bidome. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Serêkaniyê anî ziman ku hîna niştecih û çekdar li gund û di malên wan de ne û got “Em di vê rewşê de venagerin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Bandorên şerên Îsraîl-DYA û Îranê li ser aboriya cîhanê zêde dibin û tengava Bab El Mendeb bi gefan re rû bi rû ye. Îsraîlê jî kontrola xwe li ser başûrê Lubnanê zêde kiriye da ku rêyên destekdayînê li ser Hizbullahê qut bike. Li aliyekî din jî Iraqê bi awayekî mezin dibe navenda vî şerî. BI WÊNE

Xiristiyanên li Hesekê dê li Dêra St. George ya bajêr ayîna Yekşema Palmê li dar dixin. 09.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Komeleya Nujin ya Pêşxistina Civakî dê li Hola Xabûr a Hesekê panelê diyalogê der barê awayên pêşîgirtina zimanê nefretê li dar dixe. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên dîlgirtiyan li Qamişo dê meşekê li dar bixin û daxwaza berdana hemû girtiyên ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve têne girtin bikin. Meş dê ji ber Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê dest pê bike 11.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya 4`ê Nîsanê, rojbûna rêber Abdullah Ocalan, rêveberiya gundê Jinwar a bajarê Dirbêsiyê saet di 10:00ê sibê de şahiyekê li dar dixe. Her wiha, Meclîsa Gel û Şaredariya bajarê Amûdê saet di 10:00ê sibê de li Qada Newrozê ya gundê Çaxir Bajar şahiyekê li dar dixe. Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Çilaxa ji bo zarokan çalakiyekê li dar dixe, saet 13:00. BI WÊNE Û DÎMEN