ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-12-2024
4 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gel e û got heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were dê li ber xwe bidin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Dayikanên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li hember her êrişekê li ber xwe didin. Dayikan li gorî derfetên heyî ji bo hêzên parastinê xwarinê amade dikin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Jinên li kantona Dêrazorê diyar kir ku dê xaka xwe ji gef û êrişan biparêzin û bi gotina "QSD rêya yekane ya parastina welat û gelan e" piştgirî da QSDˈê. BI WÊNE Û DÎMEN.

Hevserokê Nivîsgeha Kamp û Koçberan a Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran diyar kir ku Rêveberiya Xweser piştgirîkirina bi koçberan re didomîne û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariyan pêşkêşî koçberan bikin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Ciwanan û welatiyên bajarokên Til Temir û Til Birakê yên kantona Cizîrê amadebûna xwe ya ji bo tevlêbûna banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser diyar kir û piştgiriya xwe ji bo QSD’ê anîn ziman. BI WÊNE Û DÎMEN.

Li bajarê Qamişloyê ji bo Ezîz Selahedîn Şêxo yê ku 1ˈê Kanûnê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirekr de li ser rêya Qamişlo-Hesekê şehîd bibû, sersaxî tê qebûlkirin. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Rûspiyên eşîran û şêniyên bajarê Amûdê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyê didin. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên koçberkirinê yên li dijî xelkê Til Rifet û Şehbayê daxuyaniyekê didin. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina Sara ya li bajarê Qamişloyê tê dayîn. (12.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Bajarê Tirbespiyê bi mijara nirxandina geşedanên siyasî civînekê ji şêniyan re li navenda PYDˈê li dar dixe. (12.00). Bi heman mijarê civînek li Amûdê tê lidarxistin. (12.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Rûspiyên eşîrên bajarê Dirbêsiyê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û koçberkirina xelkê Efrîn -Şehbayê daxuyaniyekê li ber avahiya PYDˈê dide. (14.30). BI WÊNE Û DÎMEN.

ANHA