ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-09-2026
4 îlon, 2026   02:00

Nîlna Abdullah ji ber hezkirina xwe ya ji ajokariyê re jinên ji Dêrik û Girkê Legê jî fêrî ajokariyê dike. Nîlnayê anî ziman ku ew bi vî karî dixwaze alîkariya jinan bike.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê Elîf Bulut, der barê kongreya DEM Partiyê ya di 6’ê Îlonê de axivî û got “Kongreya me bi mîsyona amadekar a serdema pêş tê lidarxistin.”  (BI WÊNE ).

Şênî û xwendekarên ji Qamişloyê daxwaza naskirina zimanê kurdî bi fermî û wek zimanekî perwerdeyê di destûrê de kir.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Dêrikê biryara girêdayî dersên Kurdî red kir û da zanîn ku hebûna gelê Kurd bi parastina nasname û perwerdeya zimanê dayikê pêk tê. Şêniyan diyar kir ku ew ê dest ji daxwaza perwerdeya zarokên xwe ya bi materyalên Kurdî bernedin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ciwanên Dirbêsiyê destnîşan kir ku divê ciwan hişmendiya siyasî û civakî geş bikin û piştgiriya ciwanan ji bo siberojeke bihêz a civakê esas bigirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cotkarên herêma Cizîrê bi miqdareke mezin sebzeyên payîzê çandin û şêniyan dest bi amadekariyên zivistanê kiriye.   (BI WÊNE Û DÎMEN).