ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-06-2024
4 hezîran, 2024   02:00

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sewsen Şoman diyar kir ku înisiyatîfê li gelek welatên Rojhilata Navîn ji bo danasîna ramanên Rêber Abdullah Ocalan semîner dan, panel û civîn li dar xistine.

Şahidên ji gundê Xerab Kort destnîşan kir ku wan dît ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn agir berda zeviyên çandiniyê yên gundewarê Qamişlo da ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin.

Şêniyên kantona Dêrazorê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên dawîn, dixwaze projeya neteweya demokratîk û jiyana aştiyane ya di navbera gelan de û hilbijartinan têk bibe. Lê şêniyan destnîşan kir ku hilbijartin dê bi serkeftinê tacîdar be.

Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê û Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyeyê, her wiha 3 namzetên serbixwe, li ser şaredariya bajarê Tebqayê, di nava hevrikiyê de ne.

Ehmed, Alan û Solîn bi çêkirina robotekî axiver ê bi navê "ASTRO" ber bi afirîneriya teknolojî ve pêş dikevin. Ew hersê ciwan aliyê lêkolîna zanistî û akademî ya Zanîngeha Rojava ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixin pêş.

Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê li rojavayê kantonê dest bi avakirina parkekê kir.

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rêya merasîma li pêş malbata şehîd a li taxa Eşrefiyê tê lidarxistin sersaxiyê didin malbata şehîd, saet di 11:00ˊan de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Pewerdê û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehba karnameyan li xwendekarên dibistanan belav dikin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan û xelkê Til Temirê li bajarê Til Temirê sersaxiyê didin malbata şehîd Muhened Ehmed (Botan Serêkaniyê), saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Blok û hevbendî çalakî û hevdîtinên xwe yên bi gel re ji bo nasandina namzetên xwe û aşkerakirina bernameyên xwe dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)